NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ ZÊRFIROŞÊN KU WELATÎYAN XAPANDIN HATIN GIRTIN

Gumanbarên zêrfiroş ku li navçeya Rezan a Amedê, gelek zêr, diwîz û pereyên welatîyan hildan û reviyan, hatin girtin.

LI AMEDÊ ZÊRFIROŞÊN KU WELATÎYAN XAPANDIN HATIN GIRTIN

Gumanbarên zêrfiroş ku li navçeya Rezan a Amedê, gelek zêr, diwîz û pereyên welatîyan hildan û reviyan, hatin girtin. Di lêkolîna ku ji alîyê ekîbên polîsan ve hat kirin de, hat tespîtkirin ku 6 gumanbar teqrîbî 23 mîlyon TL zirara 65 mexdûran dane. Di encama operasyona hevpar de, gumanbar C.Y. S.Y. û E.Y. li Osmanîyeyê; M.Y. M.Y. û E.A. jî li navçeya Pozanti ya Edeneyê hatin girtin. Hat hînbûn ku kesên gumanbar li midûrîyeta ewlehîyê ne.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.