NÛÇEYÊN KURDÎ

OTOBUSA DBB’Ê BÛ SEDEMA MIRINA JINEKÊ!

Li taxa Ofîsê otobusa ku girêdayî Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê (DBB) kar dike li jinekê qelibî û jinik bi awayekî giran birîndar bû.

OTOBUSA DBB’Ê BÛ SEDEMA MIRINA JINEKÊ!

Li taxa Ofîsê otobusa ku girêdayî Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê (DBB) kar dike li jinekê qelibî û jinik bi awayekî giran birîndar bû.

Bûyer li ser kolana Ekîncîler a taxa Ofîsê ya li navçeya Yenîşehîra Amedê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatin bidestxistin jina ku li rawestgeha kolana Ekîncîlerê hewl da ji otobusê peya bibe eteka wê ket ber derîyê otobusê. Ajovanê otobusê jî derî girt û otobusê li kar xist û ajot. Jinik jî di bin wesayîtê de ma û bi awayekî giran birîndar bû. Li ser qêrîna welatîyên taxê otobus sekini û girse li dora otobusê kom bû. Ekîbên polîsan hatin cihê bûyerê û jinikê jî bi ambulansê rakirin nexweşxanê. Hat dîyarkirin ku jinik li nexweşxanê jîyana xwe ji dest da. Her wiha hat ragihandin ku ajovanê otobusê ji cihê bûyerê revîya. Hat destnîşankirin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.