NÛÇEYÊN KURDÎ

XEBATKARÊN TENDURISTÎYÊ LI BER NEXWEXNAXEYÊ MOBBÎNG PROTESTO KIRIN

Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmeta Civakî (SES) ya Amedê, piştê ku li Fakulteya Bijîjkî ya Diranan a Zanîngeha Dîcle ya Amedê, ji kesên ku divê çima li hemberê xebitandina di heman demê li 2 klînîkan derketine û jê re gotine "Ger ne bi dilê we be îstifa bikin." Daxuyanî da çapemenîyê.

Li Nexweşxaneya Diranan a Zanîngeha Dîcleyê, xebatkarên tenduristîyê li du klînîkan tên xebitandin û ji yên li ber vê mobbîngê radibin jî wiha tê gotin: "Ger ne bi dilê we be îstifa bikin." Ji Hevserokên Şaxa SES'ê ya Amedê Şîyar Guldiken li ber avahîya fakulteyê axivî û dîyar kir ku ew ê tundîya devkî û pêkanînên mobîngê yên wekî "ger hûn nexwazin û ne bi dilê we be îstifa bikin" li hiqûqê gilî bikin.

Ger rêveberîya fakulteyê heman helwesta xwe bidomîne wê amadehîyên xwe yên çalakî û grevê bikin. Hevseroka SES'ê ya Şaxa Amedê Yildiz Ok Orak jî axivî û wiha got, "Em em dixwazin tenê pêdivîyên pîşeya xwe bi cih bînin. Heta ku em encam bigirin em ê têkoşîna xwe ya adil û di vê warê de bidomînin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.