NÛÇEYÊN KURDÎ

WEZÎR NEBATÎ Û RÊWÎYAN DI BALAFIRÊ DE NIQAŞ KIRIN

Di Balafira Rêhewayên Tirkîyeyê (THY) ya Enqere-Stenbolê de di navbera Wezîrê Xezîne û Darayîyê Nûreddîn Nebatî û rêwîyan de ji ber “li bendê sekinîne” niqaş derket.

Li gor nûçeya Independent Turkî, hat dîyarkirin ku balafira ji ber şert û mercên hewayê sekinî bû, hin rêwîyan zen kirin ku ji ber dereng mayîna wezîr Nebatî balafir hatîye rawestandin û bertek nîşan da.

Rêwîyan di bertekên xwe de dirûşma “Maf, hiqûq û edalet” berz kirin. Nebatî jî li hemberê berteka hemwelatîyan wiha got, “Ak partî bi ser ket, Serokomar Erdogan bi ser ket, divê hûn tehemul bikin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.