NÛÇEYÊN KURDÎ

3 POLÊSÊN KU LI LICÊ ÊŞKENCE LI ZAROK KIRIBÛN HATIN BERDAN

Polêsên ku tê îdîakirin li Licê di wesayîta zirxî de zarokek êşkence kirine, hatin tehlîyekirin.

3 POLÊSÊN KU LI LICÊ ÊŞKENCE LI ZAROK KIRIBÛN HATIN BERDAN

Polêsên ku tê îdîakirin li Licê di wesayîta zirxî de zarokek êşkence kirine, hatin tehlîyekirin.

3 polêsên ku bi îdîaya ku di roja 21ê Adarê piştê pîrozbahîyên Newrozê Y.D.yê 14 salî di wesayîta zirxî de êşkence kiribûn, piştre ew avêbû rexê çem, hatibûn binçavkirin, serbest hatin berdan.

Derbarê mijarê de ji Baroya Amedê daxuyanîyek hat weşandin. Di daxuyanîyê de wiha tê dîyarkirin, “Dadgeha Cezayê Aslîye ya Licê, bi hinceta ku polês di çarçoveya ‘sûcê êşkenceyê de ne’ biryara bê erkdarîyê da.

Di dosyaya ku digel hemû hêmanên sûcê êşkenceyê dihewîne jî, biryara rakirina erkdarîyê û serbest berdana wan, yek ji encama polîtîkaya bêcezakirina wezîfedarên cemawerîyê ye. Em ê pêvajoya huqûqî bişopînin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.