NÛÇEYÊN KURDÎ

SANCAR: BÊ HÊVÎ NEBIN, HERIN SER SINDOQAN Û DENGÊ BID IN

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar banga xwe ya ji bo di 28'ê Gulanê biçin ser sindoqan dubare kir û got, "Divê gelê Kurd di sindoqan de îradeya xwe di asta herî bilind de nîşan bide." Sancar di weşana zindî ya Artî TVyê de derbarê tûra duyemîn a hilbijartina serokkomarîyê ya di 28ê Gulanê de axivî û wiha got, "Bila hebûna vana nebe sebebê dudilîya.

Bila kes nebêjin, heya ku ev YSK hebe em herin ser sindoqan jî, ma wê çi encam biguhere, wiha nefikirin.

Ev referandum e. Li dijî manîpulasyonên YSK'ê, tedbîra herî bi bandor ew e ku her hilbijêr di heman demê de wekî wezîfedarê sindoqê tevbigere.

Mafê her kesî heye ku dengê xwe bide û li jimartinê jî bişopîne û temaşe bikin.

Ti bingeheke qanûnî ya tiştekî ku tê wateya windakirina sindoqan, an jî hejmartina dengan ji raya giştî re tune ye, bila gelê me vê yekê bizanibe." 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.