NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ ANTRONEREK TUNDÎ LI WERZÎŞVANA JINÊ KIR

Di hilbijartinên parêzgehên Ciwanên Tekwando yên Tirkîyeyê de, antroner Orhan B. tundî li werzîşvana jin a ku hat tasfiyekirin, kir.

LI AMEDÊ ANTRONEREK TUNDÎ LI WERZÎŞVANA JINÊ KIR

Di hilbijartinên parêzgehên Ciwanên Tekwando yên Tirkîyeyê de, antroner Orhan B. tundî li werzîşvana jin a ku hat tasfiyekirin, kir. Li Navçeya Kayapinarê ya Amedê, li salonekê hilbijartinên parêzgehê yên Tekwandoya Ciwanan a Tirkîyeyê hat lidarxistin. Werzîşvanek di hilbijartinê de têk çû û hat tasfiyekirin. Orhan B. werzîşvanê serketî pîroz kir û li ber çavên temaşevanan werzîşvanê din ê ku hat tasfiyekirin, şimaq lê da. Piştê tundîyê polîs hatin salonê û di derbarê bûyerê de rapor hat girtin.  Hat dîyarkirin ku hilbijartinên parêzgehan hatin taloqkirin. Ji alîyê din ve hat ragihandin ku antrenorê ku şîdet bikar anîye ji aliyê Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Parêzgehê ve ji kar hatiye dûrxistin. 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.