NÛÇEYÊN KURDÎ

RÊYA FARQÎN-AMED A BÊKALÎTE DIBE SEDEMA QEZAYAN

Di hefteyên borî de li ser rêya Farqîn-Amedê xebatên rê dihatin kirin, xirabûna ku piştê baranê dest pê kir bû sedema bertekan.

RÊYA FARQÎN-AMED A BÊKALÎTE DIBE SEDEMA QEZAYAN

Di hefteyên borî de li ser rêya Farqîn-Amedê xebatên rê dihatin kirin, xirabûna ku piştê baranê dest pê kir bû sedema bertekan.

Li gor nûçeya Sabrî Guzelgûn ji Yenigün Haberê, di xebatên temîrkirina rêyan de ku ji alîyê Midûrîyeta Herêma 9emîn a Rêyan ve nêzê mehek berê li ser 27emîn kîlometreya Rêya Farqîn-Amedê hat kirin de li şûna asfaltê micira bi qîr hat reşandin.

Piştê bertekan xebat ji nû ve dest pê kirin û micira ku hatibû reşandin hat paqijkirin û vê carê asfalteke tenik hat danîn. Rêya ku li ser asfalta tenik a ne bi kalîte dihat bikaranîn, piştê barana zêde xera bû û çal çêdibûn. Welatî û ajokaran bang kirin û xwestin ku rê di demek herî nêz de asfaltek bi kalîte çêkin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.