NÛÇEYÊN KURDÎ

RAPORA DFG A MEHA COTMEHÊ: 3 ROJNAMEVAN HATIN GIRTIN

Cemîyeta Rojnamevanên Dîcle Firat (DFG) di rapora xwe ya meha Cotmehê de dîyar kir ku 3 rojnamevan hatine girtin.

RAPORA DFG A MEHA COTMEHÊ: 3 ROJNAMEVAN HATIN GIRTIN

Cemîyeta Rojnamevanên Dîcle Firat (DFG) di rapora xwe ya meha Cotmehê de dîyar kir ku 3 rojnamevan hatine girtin.

 

 

Di raporê de hate dîyarkirin ku li cîhanê di şer û qadên xetereyê de herî zêde rojnamevan tên hedefgirtin.

Di raporê de wiha hat gotin, "Mînaka herî dawî di şerê Îsraîl-Fîlîstînê de hat dîtin. Tenê di mehekê de zêdetirê 30 rojnamevan hatin qetilkirin.

Di her şert û mercê de divê rojnamevan bên parastin. Di şer de jî nayê qebûlkirin ku rojnamevan bi vî rengê bibin hedef û bên qetilkirin.

Berpirsiyarîya her kesê ye ku rojnamevan di şert û mercên ewletir de bixebitin û em bang li alîyan dikin ku vê berpirsyarîyê bi cîh bînin.” Di raporê DFGyê de zext û zordestîya li ser rojnamevanan wiha hat parvekirin, "Di nava mehekê de 6 malper hatin girtin, 2 hezar û 22 nûçe û 682 naverokên medyaya civakî hatin astengkirin.

Ev reqeman asta sansurê ya di qada rojnamevanîyê de eşkere dike. Di meha cotmehê de êrîş li rojnamevanek hat kirin, serdegirtina malên 10 rojnamevanan hat kirin, ji 12 rojnamevanên hatin binçavkirin 3 jê hatin girtin. 7 rojnamevan rastê miameleya xerab hat, 5 rojnamevan rastê gefan hatin, 9 rojnamevan jî hatin astengkirin ku nûçeyan bişopînin. 4 ji rojnamevanên girtî li girtîgehê rastê binpêkirina mafan hatin.

Di derbarê 5 rojnamevanan de lêpirsîn hat destpêkirin, di doza 2 rojnamevanan de bi giştî 10 sal ceza hat dayîn. 44 dozên rojnamevanîyê berdewam e û 119 kes di van dozan de gumanbar in. Ji 3’ê Mijdarê ve 63 rojnameger girtî ne.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.