NÛÇEYÊN KURDÎ

RÛSYAYÊ BI TEYARÊN BÊ MIROV ÊRÎŞÎ KÎEVÊ KIR: 1 MIRÎ, 3 BIRÎNDAR

Serokê Îdareya Leşkerî ya bajarê Kîevê Sergey Popko dîyar kir ku do bi şev Rûsyayê êrîşeke dijwar li paytext Kîevê pêk anîn.

RÛSYAYÊ BI TEYARÊN BÊ MIROV ÊRÎŞÎ KÎEVÊ KIR: 1 MIRÎ, 3 BIRÎNDAR

Serokê Îdareya Leşkerî ya bajarê Kîevê Sergey Popko dîyar kir ku do bi şev Rûsyayê êrîşeke dijwar li paytext Kîevê pêk anîn.

Popko di daxuyanîya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da destnîşan kir ku artêşa Rûsyayê di 24 demjimerên dawî de 3 caran êrîşên esmanî yên tund birin ser Kîevê û da zanîn ku li esmanê Kîevê zêdetirî 20 balafirên bêmirov hatin îmhekirin.

Popko dîyar kir ku ji ber ketina parçeyên balafirên bêmirov ên li taxên cuda yên Kîevê, Zêdeyê 20 kesan hatin rizgarkirin, û di encamê de kesek jîyana xwe ji dest da ye, 3 kes jî birîndar bûn e.”  || AMED TV || 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.