NÛÇEYÊN KURDÎ

EGÎTÎM SEN: XWENDEKAR BIRÇÎ DIÇIN DIBISTANÊ

Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) rapora nirxandinê ya ku ji bo serdema ewil a sala perwerdeyê ya 2023-2024an amade kiribû parve kir.

EGÎTÎM SEN: XWENDEKAR BIRÇÎ DIÇIN DIBISTANÊ

 

Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) rapora nirxandinê ya ku ji bo serdema ewil a sala perwerdeyê ya 2023-2024an amade kiribû parve kir.

 

Serokê Sendîkaya Perwerdehîyê Kemal Irmak dîyar kir ku perwerde her diçe olperest dibe, keç ji perwerdeyê tên dûrxistin, xwendekar jî ji ber pirsgirêkên xwarinê birçî diçin dibistanê.

 

Di raporê de hat dîyarkirin ku hejmara mamostayên ku di dibistanên fermî de ji bo dersên zêde tên xebitandin û hemû mûçeyên wan di bin mûçeya kêmtirîn de ne, nêzê 90 hezar e. Li herêmên erdhêjê perwerdehî kêm ma û gelek xwendekar ji vê rewşê bandoreke neyînî dîtin. Rêjeya dibistanên taybet bi dibistanên fermî zêde bûye.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.