NÛÇEYÊN KURDÎ

PARTÎYÊN KU HEJMARA WEKÎLÊN WAN KÊM Û ZÊDE BÛNE JÎ EŞKERE BÛN

Piştê hilbijartina 14’ê Gulanê, partîyên ku li gor hilbijartinên 2018’an rêjeya dengên xwe zêde an kêm kirine jî hatin eşkerekirin.

PARTÎYÊN KU HEJMARA WEKÎLÊN WAN KÊM Û ZÊDE BÛNE JÎ EŞKERE BÛN

Piştê hilbijartina 14’ê Gulanê, partîyên ku li gor hilbijartinên 2018’an rêjeya dengên xwe zêde an kêm kirine jî hatin eşkerekirin.

Li gor hilbijartinên 2018’an, Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokkomarê niha Recep Tayyîp Erdogan li ti bajaran deng zêde nekirîye.

Di serdema 27emîn de bi tevlê kesên jê veqetîyan jî, AKP'a ku 285 wekîlên wê hebûn, di hilbijartinên do de 266 wekîl bi dest xist.

Herî dawî hejmara parlementerên CHPê di heyama berê de 133 bû, di heyama nû de 169 parlementer bi dest xistin.

ÎYI Partî ya ku di heyama borî de 36 parlementer bidest xistibûn, di heyama nû de jî 44 parlementer bidest xistin.

Di sala 2018'an de hejmara wekîlên HDP'ê digel kesên derbasê partîyeke din bûn û bi tevlê kesên wekîltîya wan hatibûn betal kirin 67 wekîl bû. Di serdema nû de Partîya Çepên Kesk 62 wekîl bidest xistin.

MHPê di sala 2018an de 49 wekîl bi dest xistibû, di vê hilbijartinê de 50 wekîl bi dest xist.

Li Tirkîyeyê tenê li 2 bajaran AKPê wekîl bi dest nexist. Piştê Dêrsimê di vê hilbijartinê de, ji Colemêrgê jî wekîl bi dest nexist.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.