NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ DANASÎNA FUARA PIRTÛKAN HAT LIDARXISTIN

Li Amedê danasîna fuara 10’emîn a pirtûkan ku piştê navbereke 4 salan wê bê kirin, hat lidarxistin.

LI AMEDÊ DANASÎNA FUARA PIRTÛKAN HAT LIDARXISTIN

Li Amedê danasîna fuara 10’emîn a pirtûkan ku piştê navbereke 4 salan wê bê kirin, hat lidarxistin.

Di danasîna li Cemîyeta Rojnamegerên Amedê de Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganîyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya, Serokê Lîjneya Rêveberîyê Eylûl Fuarcilik Remzi Çayir û Nivîskar Şeyhmus Diken derbarê fuarê de axivîn. Tê payîn ku zêdetirê 200 weşanxane û 300 nivîskar beşdarê fûara ku li Navenda Kongre û Fûar a Navneteweyî ya Mezopotamyayê bê lidarxistin bibin.

Serokê DTSO'yê Mehmet Kaya derbarê fûara pirtûkan a ku wê cara 10'emîn bê lidarxistin de axivî û dîyar kir ku wê tevlîbûneke rekor pêk were û wiha berdewamkir, "Di demên dawî de pirsgirêkên pirtûkfiroşan, pandemî û zehmetîyên lojîstîkî nehişt ku fuara pirtûkan çêbin. Ev fuara pirtûkan wê 9 rojan berdewam bike. Em difikirin ku wê asta rekorê ya beşdarîyê hebe.

Me li Amedê ji bo fuara pirtûkan rêveberîyek ava kir. Ji bo fûara ku li Amedê tê lidarxistin bibe ya herî baş me gelek xebat kir.” Derbarê fûara ku wê bi pêşengîya Eylûl Fuarcilik bê lidar xistin de, Serokê Lîjneya Rêvebiriyê Eylûl Fuarcilik Remzi Çayir dîyar kir ku ew dixwazin ev fuar bibe fuareke aştîyane ku aştî û biratî li pêşîyê be.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.