NÛÇEYÊN KURDÎ

PÊŞNÎYARA DUYEMÎN A ZEMÊ YA MEMÛR Û TEQAWÎDAN DÎYAR BÛ

Wezîrê Xebat û Ewlehîya Civakî Vedat Işikhan, di hevdîtinên muzakereyên komî ên karmend û memûrên teqawîtbûyî de pêşnîyara duyemîn a zêdekirina mûçeyan a hikûmetê ragihand

PÊŞNÎYARA DUYEMÎN A ZEMÊ YA MEMÛR Û TEQAWÎDAN DÎYAR BÛ

Wezîrê Xebat û Ewlehîya Civakî Vedat Işikhan, di hevdîtinên muzakereyên komî ên karmend û memûrên teqawîtbûyî de pêşnîyara duyemîn a zêdekirina mûçeyan a hikûmetê ragihand.

Wezîr Işikhan, bi Memûr-Senê re cara sêyemîn civîya. Di pêşnûmeya duyemîn a hikûmetê de ku Wezîr Işikan berîya civînê ragihandibû, di sala 2024'an de ji bo 6 mehên ewil ji sedî 15 û ji bo 6 mehên duyemîn jî, ji sedî 10 zêdebûn hate pêşnîyarkirin.

Pêşnîyara zêdekirina 2025an, ji bo 6 mehên ewil ji sedî 6 û ji bo 6 mehên duyemîn jî, ji sedî 5 hatibû pêşnîyar kirin. Serokê Memur-Senê Alî Yalçin, derbarê pêşnûmeya duyemîn a hikûmetê de daxuyanî da û wiha got, “Pêşnûmeya ji ya berê bi 2 xalan hat derxistin, tê wateya ku em nehatine fêmkirin.

Divê pêşnîyar dûbare were nirxandin. Pêwîste para refahê neyê paşguhkirin. Ger peşnîyara me neyê nirxandin, wek sendîqa çi ji destê me were emê bikin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.