NÛÇEYÊN KURDÎ

DEM PARTÎ BEŞTAŞ Û ÇEPNÎ JI BO STENBOLÊ WEK HEVSEROK NÎŞAN DA

DEM Partî, Meral Daniş Beştaş û Murat Çepnî ji bo Hevserokatîya Şaredarîya Bajarê Mezin a Stenbolê namzet nîşan dan.

DEM PARTÎ BEŞTAŞ Û ÇEPNÎ JI BO STENBOLÊ WEK HEVSEROK NÎŞAN DA

 

DEM Partî, Meral Daniş Beştaş û Murat Çepnî ji bo Hevserokatîya Şaredarîya Bajarê Mezin a Stenbolê namzet nîşan dan.

 

Berdevka Partîyê Ayşegul Dogan, namzetên hevşaredarên 40 bajar û 16 bajarên mezin eşkere kir. Berdevka Partîya Gelan a Wekhevî û Demokrasîyê (DEM Partî) Ayşegul Dogan, derbarê rojeva hilbijartinê û geşedanên heyî li avahîya partîya xwe daxuyanîyeke çapemenîyê da.

 

Di daxuyanîyê de ji bilî namzetan, navê namzetên hevserokatîyê yên nêzê 40 herêmên hilbijartinê jî hatin eşkerekirin. Dogan piştê eşkerekirina namzedan wiha got, "Em tevgereke sîyasî ya pir bi hêz û bi tecrube ne ku nikarin bi vebijarkên têkçûn an jî bi serkeftinê bixitimin. Em xwe paşde nagirin û îşaretan li kesê nakin. Em her tiştî bi zelalî eşkere dikin.

 

Ne ji bo partîyek xwe bi hêz hîs bike, ji bo ku gel xwe bi hêztir hîs bike û di nava aramiyê de bijî em li ber xwe didin.” Dogan, dîyar kir ku namzetên Şaredarîya Bajarê Mezin a Stenbolê bi kelecanek mezin li bendê ne û dîyar kir ku Meral Daniş Beştaş û Murat Çepni wek namzetên hevşaredarîyê hatine dîyarkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.