NÛÇEYÊN KURDÎ

“LI HEPSÊN AMEDÊ NEFÎKIRIN Û ÊŞKENCE BERDEWAM E”

OHD, Baroya Amedê, ÎHD û TUAY-DER’ê derbarê girtîgehên kampûsê ya Amedê de raporek amade kir û rapor, li avahiya Baroya Amedê bi daxuyaniyekê hate eşkerekirin.

“LI HEPSÊN AMEDÊ NEFÎKIRIN Û ÊŞKENCE BERDEWAM E”

OHD, Baroya Amedê, ÎHD û TUAY-DER’ê derbarê girtîgehên kampûsê ya Amedê de raporek amade kir û rapor, li avahiya Baroya Amedê bi daxuyaniyekê hate eşkerekirin.

Hevseroka Şaxa OHD’a Amedê Gîzem Mîran di daxuyaniyê de axivî û got, “Li girtîgehên Tirkiyeyê gelek binpêkirin tên kirin. Di serî de mafê jiyanê, li girtîgehên Tirkiyeyê gelek miameleyên rûmeta mirovan dişikînin tên kirin. Gelemperî em li girtîgehan binpêkirinên weke  sirgûn, îşkence, îzolasyon, tecrîd û astengkirina mafê tenduristiyê tespît dikin.

” Piştre jî Seroka Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Navenda Mafên Mirovan a Baroya Amedê Adîle Salman bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha got, “Divê demildest dev ji sepanên dermirovî yên weke lêgerîna nava dev berdin û dawî li usûlên lêgerînê yên qedexe bînin.

Hewceye girtiyên nexweş bişînin nexweşaneyan. Hewceye tavilê dawî li sepanên îşkence û miameleya xerab bînin. Derheqê peywirdarên cemaweriyê yên li gor keyfiyetê tevdigerin jî mekanîzmaya lêpirsînê bikeve meriyetê.”  

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.