NÛÇEYÊN KURDÎ

KEVIRÊ GOBEKLÎTEPEYÊ LI QATARÊ WÊ DI KÛPAYA CÎHANÊ DE BÊ PÊŞANDAN

Di Kûpaya Cîhanê ya ku wê li Qatarê bê lidarxistin de, kopyaya kevirê ya li Gobeklîtepeyê tê pêşandan.

KEVIRÊ GOBEKLÎTEPEYÊ LI QATARÊ WÊ DI KÛPAYA CÎHANÊ DE BÊ PÊŞANDAN

Di Kûpaya Cîhanê ya ku wê li Qatarê bê lidarxistin de, kopyaya kevirê ya li Gobeklîtepeyê tê pêşandan. Pêşveçûna Turîzmê ya Rihayê daxuyand ku ji bo danasîna Gobeklîtepe, bi taybetî di qada neteweyî û navneteweyî de, bernameyan li dar dixin. Di daxuyanîyê de wiha hate gotin: "Ji bo temsîlkirina Gobeklîtepeya ku di sala 2018an da di Lîsteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCO’yê da cih girtibû, kopyaya kevirê ya nîv kêmkirî, wê di Kûpaya Cîhanê ya FÎFA’yê, ya ku wê di meha Mijdarê de dest pê bike de bê nîşandan. Di Kûpaya Cîhanê ya ku hezkirîyên futbolê yên ji çar alîyên cîhanê tê de tên cem hev, danasîna Gobeklîtepeyê wê bibe yek ji girîngtirîn alîkarîya tûrîzma Rihayê.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.