NÛÇEYÊN KURDÎ

LI ERXENÎYÊ DEDAŞ'Ê TRAFOYÊN CEYRANÊ YÊ TAXÊ RAKIRIN!

DEDAŞ'ê li taxa çolter a Tirweqî ya navçeya Erxenîyê trafoyên ceyranê rakir.

LI ERXENÎYÊ DEDAŞ'Ê TRAFOYÊN CEYRANÊ YÊ TAXÊ RAKIRIN!

DEDAŞ'ê li taxa çolter a Tirweqî ya navçeya Erxenîyê trafoyên ceyranê rakir.

Tîmên Belavkarîya Ceyranê ya Şrîketa Dîcle’yê (DEDAŞ) sere sibê bi cendirmeyan re hatin taxa çolter a Tirweqî ya navçeya Erxenîya Amedê û dest bi rakirina trafoyan kir. Kesên hatin gund, bêyî ku xelkê gund ji rewşê agahdar bikin, dest bi rakirina trafoyan kirin. "Bikaranîna ceyrana qaçax" weke hinceta rakirina trafoyan hat nîşandan.  

Şênîyên taxê dîyar kirin ku piştê danîna trafoyan, ji DEDAŞ'ê xwestine ku saetên wan ên ceyranê bên girêdan lê şîrket wan paşguh dike û bertek nîşan dan: "Berhemên me yên çandinîyê wê di nava zevîyan de bimînin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.