NÛÇEYÊN KURDÎ

DOÇ. DR. KARABÛLÛT: AMED JI BO ERDHEJÊ NE AMADE YE

Pisporan dîyar kirin ku tê payîn ku li navçeyên Licê û Hezro yên Amedê erdhêjeke muhtemel çêbibe û Amed ji bo vê rewşê ne amade ye.

DOÇ. DR. KARABÛLÛT: AMED JI BO ERDHEJÊ NE AMADE YE

Pisporan dîyar kirin ku tê payîn ku li navçeyên Licê û Hezro yên Amedê erdhêjeke muhtemel çêbibe û Amed ji bo vê rewşê ne amade ye.

Hîndekarê Beşa Endezyariya Înşaetê ya Zanîngeha Teknîkî ya Gebzeyê û Endezyarê Jeofîzîkê Doç. Dr. Savaş Karabulut, ji Ajansa Mezopotamyayê bi Eylem Akdagê re ev mijar gotûbêj kir.  Karabûlût bilêv kir ku ew erdhejê weke "talûkeyeke rasterast" pênase dikin û got: "Mirina ji ber erdhejê qethiyen ne mirineke xwezayî ye. Erdhej bi xwe jî ne karesat e, talûkeyeke xwezayî ye." Karabûlût ji bo budçeya heyî ji bo analîzên xetereyê yên erdhejê bê xerckirin bang li rayedaran kir û wiha dawî li aaxftina xwe anî: "Ji bo careke din heman pirsgirêk rû nedin, divê hikûmeta navendî û rêveberên wê berpirsiyariyên dikevin ser milên wan bi cî bînin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.