NÛÇEYÊN KURDÎ

LI EDENEYÊ CENAZEYÊ KU TEŞHÎS NE KIRIN Û BIRIN CENAZEYÊ KESEK DIN DERKET!

Li Edeneyê Cenazeyê ku ji morgê hat derxistin da ku wê bê definkirin, derket rastê ku cenaze aîdê kesek din derket!

LI EDENEYÊ CENAZEYÊ KU TEŞHÎS NE KIRIN Û BIRIN CENAZEYÊ KESEK DIN DERKET!

Li Edeneyê  Cenazeyê ku ji morgê hat derxistin da ku wê bê definkirin, derket rastê ku cenaze aîdê kesek din derket!

Nexweşê gurçikê Mahmut Paşa Gumuş ê 63 salî, duh danê sibê li Nexweşxaneya Dewletê ya Seyhanê ku demeke dirêj lê dihat dermankirin jîyana xwe ji dest da.

Malbata Gumuş cenaze ji morga nexweşxaneyê wergirtin û birin Goristana Buruk a navçeya Sariçamê. Dema ku wê cenaze bişuştana, dîtin ku cenaze ne yê wan e. Malbata Gumuş bi telefonê agahî dan nexweşxaneyê û cesedê jina ku nas nedikirin birin morga nexweşxaneyê.

Malbatê paşê cenazeyê Mahmût Gumuş teşhîs kirin û wergirtin.

Li alîyê din piştê ku ajokarê wesayîta cenaze ji malbatê re got, 'Hûn çima teşhîs nakin û cenaze nagrin” û di navbera ajokar û endamên malbatê de nîqaş derket. Bi mudaxeleya parêzvanan re nîqaş bêyî ku mezin bibe bi dawî bû.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.