NÛÇEYÊN KURDÎ

KEDKARÊN TENDURISTÎYÊ YÊN DI ERDHÊJÊ DE MIRIN WEK ‘ŞEHÎD’ BÊN DÎTIN

Sendîkaya Ciwanên Tenduristîyê ya Amedê daxwaz kir ku xebatkarên tenduristîyê yên di erdhêjên navenda Mereşê de jîyana xwe ji dest dane wek ‘şehîd’ bên dîtin û navê wan li navendên tenduristîyê bê dayîn.

KEDKARÊN TENDURISTÎYÊ YÊN DI ERDHÊJÊ DE MIRIN WEK ‘ŞEHÎD’ BÊN DÎTIN

Serokê Nûnertîya Amedê ya Sendîkaya Ciwanên Tenduristîyê Faysal Yîgît hat ber xirbeyên Dîyar Galerîa ku 89 kes jîyana xwe ji dest dabûn û kesên jîyana xwe ji dest dabûn bi bîr anî.

 

Yîgît di bîranînê de axivî û wiha got, “Li Amedê 414 welatîyên me jîyana xwe ji dest dan. Em daxwaz dikin ku kedkarên me yên tenduristîyê yên di erdhêjê de jîyana xwe ji dest dane wek şehîd bên dîtin, navên hevpîşeyên me yên ku rehmet kirine li navendên tenduristîyê yên malbatê, Îstasyonên 112 Servîsa Tenduristîyê ya Lezgîn û sazîyên tenduristîyê bidin. Em di salvegera erdhêjê de vê êşa ku hê wek nû ye hîs dikin. Em ê ji bîr nekin ku heta em bi hev re bin û bibin yek, em ê dîsa rabin ser pîyan û bi hev re her zehmetîyê derbas bikin. Sibe ya me ye, sibe ya ciwanan e.”

 

Piştê daxuyanîyê Yîgît û kesên pê re qerenfîlan li ser kavilan danîn.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.