NÛÇEYÊN KURDÎ

LI DIJÎ SEROKATÎYA ŞAREDARÎYA TEKÎRDAGÊ LÊPIRSÎN HAT VEKIRIN

Derbarê mexdûrên erdhêjê yên ku piştê erdhêjê ji teref Şaredarîya Bajarê Mezin a Tekîrdagê ve li otêlê hatibûn bicihkirin û piştê hilbijartinê hewl hat dayîn ku ji otela ku lê bûn bên derxistin, derbarê Şaredarîya Bajêr û berpirsên din de lêpirsîn hat destpêkirin.

Wezareta Karên Hundir derbarê mijarê de daxuyanîyek da û got, “Hat îdiakirin ku mexdûrên erdhêjê yên ku ji alîyê Şaredarîya Bajarê Mezin a Tekîrdagê ve piştê karesata erdhêja ku li Mereşê pêk hat û li 11 bajaran bandor kir, li otêla bi cih kiribûn, piştê hilbijartinan hewl dan ji otela ku lê dimînin bên derxistin.

Wezareta me derbarê Şaredarîya Bajarê Tekîrdagê, Sekreterê Giştî yê Şaredarîya Bajêr û rayedarên din ên şaredarîyê yên ku wê berpirsyarîya wan dîyar bibe de lêpirsîn da destpêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.