NÛÇEYÊN KURDÎ

AVAHÎYÊN BI XISAR ÊN VALA BÛYE CÎHÊN DIZAN

Li Amedê piştê erdhêja ku navenda wê Mereşê ye, avahîyên ku zirareke mezin dîtine bûne malên dizan, welatîyan jî dîyar kirin ku ewlehîya canê wan tune.

AVAHÎYÊN BI XISAR ÊN VALA BÛYE CÎHÊN DIZAN

Dizên ku li navçeya Baglara Amedê malên ji ber xisaran hatine valakirin, ewlekarîya jîyanê ya taxê jî dixe xetereyê.

 

Mixtarê Taxa 5 Nîsan Mehmet Karahan derbarê mijarê wiha got, “Bi şev diz dikevin malan, hemû tiştên avahîyê jêdikin û agir pêdixin. Ji ber dengan em nikarin razên. Ti ewlehîya canê me tune. Niha dest bi dizîya avahîyên saxlem jî kirine.”

 

Karahan, dîyar kir ku ji bo çareserîyê gelek caran serî li Qeymeqamtîya Baglarê dane, lê ti encamek bi dest nexistine, bang li rayedaran kir û xwest ku ji bo welatî di nava aramîyê de bijîn di demek herî kin de pirsgirêk bê çareserkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.