GÜNDEM

LI AMEDÊ WÊ 9 KONSERÊN BÊ PERE WERIN LIDARXISTIN!

Bernameya konserê ya 2yemîn Festîvala Rê ya Çandê ya Sûrê ku wê di navbera 14-22ê Cotmeha 2023an de li Amedê bê lidarxistin, hat eşkerekirin

LI AMEDÊ WÊ 9 KONSERÊN BÊ PERE WERIN LIDARXISTIN!

Bernameya konserê ya 2yemîn Festîvala Rê ya Çandê ya Sûrê ku wê di navbera 14-22ê Cotmeha 2023an de li Amedê bê lidarxistin, hat eşkerekirin.

Di konserên ku wê di navbera 14-22'ê Cotmehê de li Qada Derê Çîya bên lidarxistin, 9 hunermend wê beşdar bibin.

Di nav hunermendên ku wê di çarçoveya mîhrîcanê de konser bidin, Sîmge 14ê Cotmehê roja Şemîyê demjimêr di 20:00an de, Merve Ozbey 15ê Cotmehê roja Yekşemê demjimêr di 20:00 de û Fatma Tûrgût jî wê 16ê cotmehê roja duşemê demjimêr di 20:00an de konserê bidin. Mûrat Dalkiliç 17ê Cotmehê roja sêşemê demjimêr di 20:00an de, Derya Ûlûğ roja çarşemê 18ê cotmehê demjimêr di 20:00an de, 19ê cotmehê roja pêncşemê demjimêr di

20:00an de, Ferhat Goçer 20ê cotmehê roja înê demjimêr di 20:00ê de, Bengu 20ê cotmehê roja înê demjimêr di 20:00an de, Oğûzhan Koç 21'ê Cotmehê roja Înê demjimêr di 20:00'an de û Alîşan jî 22'ê Cotmehê roja yekşemê demjimêr di 20:00'an de wê Qada Derê Çîya konserê bidin.

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.