NÛÇEYÊN KURDÎ

JI BER BIHAYÊ KIRÊ MALBAT DI AVAHÎYÊN BI XESAR DE NEÇAR MAN E

Yusuf Akgunduzê ku li Bismilê piştê erdhejê kirêya xanîyan derket 6 hezar lîreyî, ji ber ku li Bismilê maleke kirê ya li gor budçeya xwe nedît, bi 3 zarokên xwe re 40 roj in neçar man e ku di maleke ji ber xesar lê çêbûye hatîye mohr kirin de dijî.

Li gorî nûçeya Ajansa Surê, malbata Akgündüz a ku bi 4 zarokên xwe re ku 3 ji wan ji ber gurçikên xwe nexweşên dialîzê ne, ji ber ku avahî hatîye mohr kirin, tê xwestin ji avahîyê bê derxistin. Malbat jî dibêjin heta ku li gor butçeya xwe, em xanîyekî nebînin, derfeta me ya ku em derkevin tune ye.

Bav Yûsûf Akgunduz, derbarê mijarê de wiha dibêjê, “Ez bê bê kar û betal im. Nikarim heqê kirê ya zêde bidim. Min xwest bi qeymeqam re hevdîtinekê bikim, qeymeqam dibêje ez ne guncav im. Ewqas alîkarî hatîne şandin û li cem qeymeqam e. Lê belê li me belav nake. 3 zarokên min nexweş û astengdar in. Ger pêwîst bibe ez ê canê xwe jî bidim, lê ez ji xanî dernakevim. Bila dengê min here Erdogan jî, ez ji xanî dernakevim.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.