NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ SIWARE QELIBÎ RÊYA PEYAYAN! 2 JÊ GIRAN, 4 BIRÎNDAR

Li Amed siwareyek ji kontrolê derket û li peyarê qelibî, di encama qezaya ku pêk hat de ajokar û peyayên ku derbas dibûn birîndar bûn.

LI AMEDÊ SIWARE QELIBÎ RÊYA PEYAYAN! 2 JÊ GIRAN, 4 BIRÎNDAR

Li Amed siwareyek ji kontrolê derket û li peyarê qelibî, di encama qezaya ku pêk hat de ajokar û peyayên ku derbas dibûn birîndar bûn.

Qeza duh êvarê li ser rêya Amed-Riha yê derdora Lojmanên Polêsan pêk hat. Siwareya ku ji kontrola ajokar derket, ewil li refûjê qelibî û paşê jî derket ser peyarê.

Di qezayê de AÇ û MB yên ku di rê de derbas dibûn û 2 kesên di siwareyê de bûn birîndar bûn. Li ser agahdarkirinê gelek ekîbên tenduristîyê û polês sewqê cîhê qezayê kirin. Piştê alîkarîya ewil birîndaran rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê.

Hat hînbûn ku di qezayê de peyayên A.Ç. û M.B. yên ku birîndar bûn rewşa wan giran e. 2 birîndarên ku di nav siwareyê de bûn û navên wan nehat zanîn, dermankirina wan berdewam dike. Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.