NÛÇEYÊN KURDÎ

HERÊMA KURDISTANÊ 50 TON ALÎKARÎYA TIBÊ JI TIRKÎYEYÊ RE ŞAND

8 kamyonên ku 50 ton alîkarîyên tibî ji Herêma Kurdistana Federe ber bi bajarên erdhêjê yên Tirkîyê ji Hewlêrê bi rê ketin.

HERÊMA KURDISTANÊ 50 TON ALÎKARÎYA TIBÊ JI TIRKÎYEYÊ RE ŞAND

8 kamyonên ku 50 ton alîkarîyên tibî ji Herêma Kurdistana Federe ber bi bajarên erdhêjê yên Tirkîyê ji Hewlêrê bi rê ketin.

lîkarîya ji Herêma Kurdistanê ya ji bo herêmên ku di erdhêja 6'ê Sibatê ya navenda wê Mereş e de mabû dewam dike. Wezîrê Tendirustîyê Saman Berzencî, Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xosnav, Serokê Dezgeha Alîkarîya Barzanî Mûsa Ehmed û Sefîrê Tirkîyeyê yê Hewlêrê Mewlûd Yakût, beşdarê bernameya alîkarîyê ya li Hewlêrê bûn. Wezîrê Tendirustîya Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzencî dîyar kir ku karwana ji 8 TIRan pêk tê ku 258 cureyên curbecur derman tê de hene, ji alîyê xebatkarên tenduristîyê ve ji bo teslîmê rayedarên Edeneyê bên kirin ketine rê. Berzencî anî ziman ku hemû malzemeyên tenduristîyê û derman, bi kalîte tên kontrolkirin. Sefîrê Tirkîyeyê yê Hewlêrê Mewlûd Yakût, li ser navê hemû mexdûrên erdhejê yên li Tirkîyeyê, ji bo alîkarîyê spasîyên xwe anî ziman.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.