NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ JI BER BARANA GUR TEHLÎYE

Li navçeya Bismilê ya Amedê ji ber barana gur gelek xanî di bin avê de man.

LI AMEDÊ JI BER BARANA GUR TEHLÎYE

Li navçeya Bismilê ya Amedê ji ber barana gur gelek xanî di bin avê de man.

Welatîyên ji ber baranê asê mabûn ji alîyê ekîban ve birin herêmên ewle. Ji ber barana gur ya li tevahîya navçê, li taxên gundewarî ava çem herikî û gelek xanî di bin avê de man.

Li navçeya Bismilê malên ku ji ber barana gur di bin avê de man, ji alîyê AFAD, Lêgerîn û Rizgarkirina Dîcleyê (DÛAK), DÎSKÎ û agirtefê ve hatin qontrolkirin. Hin welatîyên li malên xwe asê mabûn hatin rizgarkirin. Xebatên ekîban berdewam dikin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.