AMED

DI NAVBERA ABONE Û DEDAŞ DE NÎQAŞA DEYNÊ 13 MILYON TL, 7 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Di êrîşa bi kevir û daran de ku dema Dîcle Elektrîk AŞ trafoyên 6 aboneyên ku 13 milyon lîre zêdetir deynê xwe nedane desteser kirin de, 7 kes hatin binçavkirin.

Şîrîketa Belavkirina Elektrîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ) piştê ku bangewazîyên qanûnî yên ji ber deynê elektrîkê yên 6 aboneyên ku ji 13 milyon lîre zêdetir e nedane, biryara desteserkirina trafoyên aboneyên li gundên Încîragaci û Guçlû yên navçeya Halîlîye ya Rihayê da. Ekîbên DEDAŞ'ê yên li herêmê ji bo desteserkirina 6 trafoyan di çarçoveya biryara serdozgerîyê ya li ser deynên berhevkirî de, ji alîyê aboneyan ve rastê êrîşa bi keviran û daran hatin.

Êrîş ji alîyên cendirmeyan ve bi zorê hat rawestandin, ji êrîşkaran 7 kes hatin binçavkirin. Ekîbên DEDAŞ'ê di çarçoveya lêkolînên xwe yên li herêmê dewam dikin de li heman herêmê di encama çavdêrîya hewayî de 13 trafoyên din ên neqeydkirî yên bi hêza giştî 1990 kVA hatin tespîtkirin. Parêzerên DEDAŞ’ê, ji bo desteserkirina trafoyên neqeydkirî yên koordînatên wan hatin dîyarkirin, li dozgerîyê serlêdana sûc kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.