NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ FIROTINA AVAHÎYAN DESTPÊ KIR

Li taxa Alî Paşa ya Amedê pêvajoya firotina otêl, kargeh û xanî dest pê kir.

LI AMEDÊ FIROTINA AVAHÎYAN DESTPÊ KIR

Li taxa Alî Paşa ya Amedê pêvajoya firotina otêl, kargeh û xanî dest pê kir.

Firotinên ku li ser înternetê jî dikarin beşdar bibin, li Enqere û Amedê bi hemwext têne kirin. Li Amedê Midûrîyeta Veguherîna Bajarvanîyê ya Wezareta Hawîrdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê, pêvajoya firotina 3 otêl, 12 kargeh û 55 xanî yan da destpêkirin.

Bernameya ku li Navenda Çandê ya Sezaî Karakoç hat lidarxistin hem li Amed û hem jî li Enqereyê bi awayekî hemwext ji bo mezadê hat pêşkêşkirin. Bihayên destpêkê yên avahîyên ku ji alîyê Emlak Mûzayede ve bi mezadê bên firotin hatin eşkerekirin.

Li Taxa Alîpaşa ya navçeya Sûrê, bihayê otêlek hezar û 274 çarmetir 33 milyon û 100 hezar TL ye, bihayên 12 kargehên li navçeya Sûrê ku ji 3 milyon û 900 hezar TLyê dest pê dike heta 14 milyon û 200 hezar TLyê diguhere. 55 xanî, ku hemû li Alî Paşa ne, wê di heman rojê de di mezadê de werin firotin.

Bihayên texmînkirî yên xanîyan li gorê mezinîya wan diguhere. Bihayê ku ji bo xanîyekî 66 çarmetir hatîye dîyarkirin milyonek û 600 hezar TL ye. Bihayê ku ji bo xanîyekî 87 çarmetir hatîye dîyarkirin 2 milyon TL ye. Ji bo xanîyê 400 çarmetir a ku di nav xanîyan de ya herî mezin e, 8 milyon û 350 hezar TL hat dîyarkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.