NÛÇEYÊN KURDÎ

PIRA GUNDÊ ÇAKILI DI LEHÎYÊ DE HILWEŞÎYA

Pira Gundê Çakiliyê ku li Bismilê ji ber lehîyê hilweşîya.

PIRA GUNDÊ ÇAKILI DI LEHÎYÊ DE HILWEŞÎYA

Ji ber lehîya ku li Bismilê qewimî pira gundê Çakili hilweşîya.

 

Ji ber barana gur ya ku di 19ê Mijdarê de li Amedê û bajarên herêmê barî lehî rabû. Di lehîyê de zarok jî di nav de tewahî 9 kes mirin.

Li navçeya Çermûgê di 19’ê Mijdarê de di encama birûskê de Mîthat Altunbaş ê 45 salî jîyana xwe ji dest da. Pira Gundê Çakiliyê ku li Bismilê ye û di navbera navenda navçeyê û gundan de rêyeke girîng e, hilweşîya.

Welatîyan daxwaz kirin ku pira ku ji gund û navenda bajêr girê dide, bê temîrkirin. Hat dîyarkirin ku li gund welatîyên nexweş jî hene û welatîyên ku dixwazin ji gund ber bi navenda navçeyê ve herin gelek zehmetîyan dikşînin.

Welatîyan bang li rayedaran kirin ku ji bo lehîya duyemîn tedbîran bigirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.