NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ AJOKARÊN OTOBUSÊN TAYBET KONTAX GIRTIN

Ajokarên otobusên taybet ên li Amedê ji bo protestokirina qetilkirina hevalên xwe yên di êrîşa çekdarî de, kontaxê girtin.

LI AMEDÊ AJOKARÊN OTOBUSÊN TAYBET KONTAX GIRTIN

Di bûyera ku şeva borî li herêma Ofîs a Amedê pêk hat de ajokarê otobusa ya taybet bi êrîşa çekdarî jîyana xwe ji dest da. Ajokarên otobusan ên taybet ên Amedê, dîyar kirin ku ewlehîya wan tine, rawestana kar li dar xistin.

Ajokarên ku kontaxê girtin, bi banda reş a ku li eynika otobusên xwe girêdan, kuştina hevalên xwe protesto kirin. Ajokarên ku bi konvoya otobusên taybet li navenda bajêr gerîyan paşê tev bi hev re çûn şîna hevalên xwe û sersaxîyê xwestin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.