NÛÇEYÊN KURDÎ

LI BISMILÊ 2 SIWARE LI HEV QELIBÎN! 2 MIRÎ, 1 BIRÎNDAR

Li navçeya Bismilê di qezaya ku 2 siware li hev qelibîn de 2 kes jîyana xwe ji dest dan.

LI BISMILÊ 2 SIWARE LI HEV QELIBÎN! 2 MIRÎ, 1 BIRÎNDAR

Qeza danê nîvro li navçeya Bismilê ya Amedê li ser rêya Tepe pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin, du siwareyên ku ji hêla hemberê hev di rê de bûn li qelibîn.

 

Ji ber tesîra qezayê siware pekîyan kêleka rê. Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristîyê, cendirme, û Ji Şaredarîya Bismilê ekîbên agirtefê sewqê cîhê bûyerê hatin kirin.

Di qezayê de Îhsan Yalçin, Alaaddîn Sevîm û Savaş Aydemîr birîndar bûn. Birîndaran piştê alîkarîya ewil rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê. Ji birîndaran Îhsan Yalçin û Alaaddîn Sevîm, tevê hemû midaxaleyan jîyana xwe ji dest dan.

Derbarê qezayê lêkolîn hat destpêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.