NÛÇEYÊN KURDÎ

KARMENDÊN CEMAWERÎYÊ MÎMAR Û PLANSAZÊN BAJÊR MAFÊ XWE DIXWAZIN!

Platforma Kordînasyona bajêr ya Amedê û Endezyarên Komarê ji bo ku hevkarên wan ên di sektora cemawerîyê de mafên xwe yên şexsî bi dest bixin li Qada Derê Çîya hatin cem hev.

Hevserokê Odeya Endezyarên Elektrîkê Alîcan Çetînkaya daxuyanîya hevpar a çapemenîyê xwend. Çetînkaya wiha got, “Bi berdewamî zêdekirina kotayan, zanîngehên ku nû hatine vekirin û hejmara derçûyan, hejmara hevkarên me yên bêkar zêde bûye û hevkarên me jî neçar mane ku bi mûçeyên kêm bixebitin. Yek ji wan mîmar, endezyar û plansazên bajêr in ku di sektora giştî de dixebitin. Di van salên dawî de bi krîza aborî û zêdebûna enflasyonê re, gazindên hevkarên me zêde bûne.

Zêdekirina ku ji alîyê hikûmetê ve ji bo hevkarên me yên di sektora giştî de dixebitin têrê nake û mûçeyên wan di bin sînorê xizanîyê de maye.

Her wiha hevkarên me yên ji sektora giştî teqawît bûne, ji ber ku zehmetîyên wan ên aborî hene, neçar in di gelek sektoran de bixebitin.

Ji ber vê sedemê, divê rêkkeftinek wek yarmetîya teqawidbûnê ya zêde ya ku ji bo komên pîşeyî yên xwedî pîşeyên wekhev têne çêkirin, ji bo hevkarên me yên ku ji sektora giştî teqawît bûne jî were kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.