NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ OTOBUSA RÊWÎYAN QEZA KIR: 5 MIRÎ, 2 JÊ GIRAN 23 BIRÎNDAR

Li Amedê otobusa rêwîyan qeza kir, di nav de pitikek jî hebû gelek kesan jîyana xwe ji dest dan.

LI AMEDÊ OTOBUSA RÊWÎYAN QEZA KIR: 5 MIRÎ, 2 JÊ GIRAN 23 BIRÎNDAR

Li Amedê otobusa rêwîyan qeza kir, di nav de pitikek jî hebû gelek kesan jîyana xwe ji dest dan.

Di qezaya ku duh bi şev li ser Rêbeja Amed-Farqînê li gundê Başnêqa Farqînê  pêk hat. Otobusa rêwîyan a ku sefera Konya-Îdirê dikir, piştê ku ji Amedê rêwîyên xwe siwar kir, ket rê. 23 kîlometro dûrî Farqînê ji ber baranê ajokar li ser rêya şemetokî kontrola dîreksîyonê ji dest berda. Otobus ji kontrolê derket û qelibî.

Hejmarek zêde îtfaîye, polîs û ekîbên tenduristîyê sewqî herêmê bûn. Li gor tespîtên ewil di qezayê de 1 jê pitik 5 kes mirin û 23 kes jî birîndar bûn. Hat hînbûn ku rewşa 2 birîndaran giran e. Birîndar piştî alîkarîya ewil li cihê bûyerê rakirin nexweşxaneyên li bajêr. Der barê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. 2 ajokar û alîkarê wan hatin binçavkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.