GÜNDEM

JI AYM’Ê DI DERHEQA DEMÎRTAŞ DE BIRYARA “BINPÊKIRINA MAFAN!”

Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), di doza ku der barê Hevserokê Giştî yê berê yê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahatîn Demîrtaş de hatibû vekirin de biryara "binpêkirina mafan" da.

Di sala 2011’an de di çalakîyekê de ji alîyên hinek kesan ve sloganên ji bo PKK’ê hatibû qîrîn û di heman demê de Demîrtaş jî li wir bû, ji ber vê sedemê di derbarê Demîrtaş de doz hatibû vekirin. Dadgeha Destûra Bingehîn di derheqa vî dozê biryara xwe da û got ku ji bo Demîrtaş “binpêkirina mafan” pêk hatîye û biryar da ku ji Demîrtaş re 13 hezar û 500 TL tazmînat bê dayîn. Di biryara Dadgeha Destûra Bingehîn de wiha hate gotin; “Ew ku serlêder beşdarê civînê bûye, jixweber statûya organîzator û rêvebirê civînê nade wî. Di heman demê de, bi tenê hebûna wî di civînê de nayê wê wateyê ku ew beşdarê kiryarên wan kesên ku kiryarên neqanûnî kirine. Dema ku serlêder di civînê de be, ji alîyê hinek çalakdaran ve bi qîrîna dirûşmên pesnê rêxistina terorê û serokê rêxistinê ve û vekirina ala rêxistinê, destwerdana bi şiklê biryara taloqkirina dozgerîyê û xistina serlêder di bin kontrola sê salan rewa nake." 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.