NÛÇEYÊN KURDÎ

HESABÊN WEQFA NESÎN HAT BLOKEKIRIN

Alî Nesîn ragihand ku hesabên bankê yên Weqfa Nesîn, ji alîyê Walîtîya Kocaelîyê ve hatine astengkirin.

HESABÊN WEQFA NESÎN HAT BLOKEKIRIN

Alî Nesîn ragihand ku hesabên bankê yên Weqfa Nesîn, ji alîyê Walîtîya Kocaelîyê ve hatine astengkirin. Alî Nesîn ê ku kurê nivîskar Ezîz Nesîn e, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da. Nesîn dîyarkir ku hesabên Weqfa Nesîn ên li Kocaelî ya Navçeya Çatalcayê, ji alîyê walîtîyê ve, bi hinceta kampanyaya bexşînê ya bê destur, hatîye girtin. Daxuyanîya Nesîn de wiha hate gotin; “Walîtîyê hesabên me yên bankayê asteng kir. Di vê weqfê de xebatkarên me hene, hesabên me bi awayekî bê rehm hat astengkirin. Em narevin, jixwe dewlet kengî bixwaze, tiştê ku bixwaze digre. Astengkirina hesabên me yên bankê xemsarî ye.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.