NÛÇEYÊN KURDÎ

EKÎBÊN ZABITEYAN LI AMEDÊ KONTROLÊN BUHAYAN KIR

Li esnafên ku li seranserê bajarê Amedê dixebitin de kontrolên buhayan hatin kirin.

EKÎBÊN ZABITEYAN LI AMEDÊ KONTROLÊN BUHAYAN KIR

Li esnafên ku li seranserê bajarê Amedê dixebitin de kontrolên buhayan hatin kirin.

Ekîbên Midûrîyeta Zabiteyan a Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, di warê buhayan, zêdekirina neheqî û cudahîya buhayê yên navbera kasa û reyonan de îsal 6 hezar û 198 kontrol pêk anîn. Ji bo 122 kargehên ku buhaya wan ne guncaw e raporek hat amadekirin û ji Midûrîyeta Bazirganîyê ya Bajar re hat şandin.

Her wiha ji bo 262 kargehan ji ber ku buhaya wan tune bû, ji bo hişyarîyê Rapora Xebatê hat amadekirin. Hat dîyarkirin ku hemwelatî dikarin dîtin û gilîyên xwe yên derbarê zêdekirina bêedaletî de ji ALO 153 Zabita, Xeta Serfkaran a ALO 175 û bi rêya sepana mobîl a Pergala Zêdekirina Buhaya Bêdad (HFA) re ragihînin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.