NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ MÎLYONEK DONIM ERDA ÇANDINÎYÊ NEHAT ÇANDIN

Hat dîyarkirin ku di zevîyên çandinîyê yên Amedê de bi qasê mîlyonek donim erd nehatîye çandin.

LI AMEDÊ MÎLYONEK DONIM ERDA ÇANDINÎYÊ NEHAT ÇANDIN

Hat dîyarkirin ku di zevîyên çandinîyê yên Amedê de bi qasê mîlyonek donim erd nehatîye çandin.

Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Çandinîyê (ZMO) ya Amedê Samet Ucaman, qala rewşa Amedê ku di hilberîna genim de cihekî girîng digire kir û dîyarkir ku li bajêr 5 mîlyon donim erda çandinîyê heye, lê îsal 4 mîlyon donim erd hatiye çandin. Ucaman, bal kişand ku gelek cotkar ji ber lêçûnên kelûpelan, bê gubre diçînin û dîyarkir ku di qadeke donimê de bi gelemperî 300 kîlo genim dihat kirîn, ev yek ji sedî 93 kêm bû û daket 20 kîloyan.

Ucaman, her wiha bal kişand ser guhertina berhemên cuda yên ku li bajêr tên çandin û wiha berdewam kir; “Ji bo ceh, genim, nîsk û gulberojê ti teşwîq nayê dayîn. Bi gotineke din, rewşên weke nebûna polîtîkayan bi giştî û nebûna hevkarîyê di şêwaza berhemê de, cotkar neçar dike ku ber bi çend berheman ve biçe. Niha li Amedê, zêdetirî 7 berhemên wek pembû, ceh û genim nayê çandin. Dîsa haya cotkar ji çandina berhemên cuda nayê kirin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.