NÛÇEYÊN KURDÎ

DERBARÊ SEROKÊ BAROYA AMEDÊ NAHÎT EREN DE LÊPIRSÎN HAT VEKIRIN

Derbarê Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û 2 parêzeran de bi îdiaya “gefa li dozger” lêpirsîn hat vekirin.

DERBARÊ SEROKÊ BAROYA AMEDÊ NAHÎT EREN DE LÊPIRSÎN HAT VEKIRIN

Derbarê Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û 2 parêzeran de bi îdiaya “gefa li dozger” lêpirsîn hat vekirin.

Serdozgerîya Komarê ya Amedê li ser îfadeyên Umît Akbîyik lêpirsînek dabû destpêkirin û di 25’ê nîsanê de operasyona ku navenda wê Amed, li 21 bajaran hat lidarxistin.

Di çarçoveya lêpirsînê de rojnamevan, parêzer, hunermend, sîyasetmedar û welatî hatibûn binçavkirin. Dema îfadeyên binçavkirîyan li edlîyeyê dihat wergirtin, hin parêzer derbarê binçavkirina dirêj a li nezaretxaneyê de bi dozger re hevdîtin kiribûn. Ji ber vê hevdîtinê derbarê van parêzeran lêpirsîn hat destpêkirin.

Derbarê parêzer Bunyamîn Şeker û Gurbet Ozbey Oner de ku di nav de Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî heye, bi îdiaya "Gef li dozgerîyê tehdît kirine" lêpirsîn hat destpêkirin. Lêpirsîn bi îdiaya “gef li dozger xwarine” derbarê Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, parêzer Bunyamîn Şeker û Gurbey Ozbey Oner de hat destpêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.