NÛÇEYÊN KURDÎ

LÎJNEYA KARSAZÊN JIN ÊN AMEDÊ HAT HILBIJARTIN

1'emîn Civîna Lîjneya Rêveber a Yekîtîya Ode û Borseyan a Tirkîyeyê (TOBB) Lîjneya Karsazên Jin ên Bajarê Amedê bi serokatîya Serokê Borseya Bazirganîyê ya Amedê (DTB) Engîn Yeşîl hat lidarxistin.

Di civînê de Cevher Defne Eyyubî ji bo Serokatîya Lîjneya Rêveberîyê, Gulten Arslan Ekîncî û Hatîce Akyil jî ji bo cîgirên serok hatin hilbijartin.

Serokê DTB'ê Yeşîl di civînê de axivî û got, "Ez di wê bawerîyê de me ku Desteya Rêveber a jinên karsaz wê bi pêşxistina ekosîstema karsazîya di nava yekîtî û hevgirtinê de, ji bo vekirina rê li ber karsazên nû veke û wê di pêşketina aborîyê de tevkarîyên girîng bike.

" Cevher Defne Eyyubî ku ji bo Seroka Desteya Karsazên Jinên Bajar hat hilbijartin di axaftina xwe de wiha got; "Em ê xebatên xwe bi hemû sazî û rêxistinên jinan ên bajar û herêma xwe re di projeyên ku em ê di pêşerojê de pêk bînin de bimeşînin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.