GÜNDEM

“COTKAR JI BER LÊÇÛNA ZÊDE ÎFLAS KIR, ÇANDINÎYÊ NAFIKIRIN”

Hat dîyarkirin ku cotkarên gundên navçeya Sûrê, ji ber zêdebûna bihayan nikarin debara xwe bikin û ji ber vê jî di demsala nû ya çandinîyê de dibêjin em nafikirin ku sala tê zevîyên xwe biçînin.

Serokê  HUDA PARê yê Amedê Vedat Tûrgût û heyeta pê re, li gundê Hecî Îsê ya navçeya Sûrê cotkarên gund zîyaret kirin û li pirsgirêkên cotkaran guhdarî kir.

Turgut ê ku piştê hevdîtina bi cotkaran re daxuyanî da, wiha got, “Daxwazên Cotkaran rewa ye. Cotkarên me bi taybetî jî yên ku genim, ceh û pembû diçandin, dîyar kirin ku ji ber zêdebûna bihayan îflas kirine, pere qezenc nekirine û di demsala bê de jî plana wan ya çandinîyê tune ye.

Ev rewş xirab e. Ji ber vê yekê, ya ku divê bê kirin ew e ku di zûtirîn demê de dewlet di vê mijarê de gavan bavêje.

Divê cotkarên me bi ser bikevin. Di vê wateyê de divê ji cotkaran re biha û garantîya qazancê bê dayîn da ku cotkarên me, bê tirs û fikar berhemên xwe biçînin, da ku hemwelatîyên me jî, jê sûdê werbigirin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.