NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ DI 9 MEHAN DE 4 HEZAR Û 821 QEZA PÊK HATÎYE

Hat ragihandin ku li Amedê di 9 mehên dawî de zêdeyê 4 hezar qezayên trafîkê rû dane.

LI AMEDÊ DI 9 MEHAN DE 4 HEZAR Û 821 QEZA PÊK HATÎYE

Hat ragihandin ku li Amedê di 9 mehên dawî de zêdeyê 4 hezar qezayên trafîkê rû dane.

 

Li gor Bultena Îstatîstîkên Trafîkê ya ku ji alîyê Midûrîyeta Giştî ya Ewlehîyê ve hat weşandin, li Amedê di 9 mehên ewil ên sala 2023an de 4 hezar û 821 qezayên trafîkê çêbûye û 36 kes jîyana xwe ji dest dane û 4 hezar û 149 kes jî birîndar bûne.

 

Li gor daneyan di meha Îlonê de li Amedê di 599 qezayên trafîkê de 8 kes jîyana xwe ji dest dane û 478 kes jî birîndar bûne.

 

Di lîsteya bajarên ku li Tirkîyeyê di 9 mehên ewil ên sala 2023an de herî zêde qezayên trafîkê lê qewimîn de, Enqere di rêza yekemîn û Amed jî di rêza 22emîn da cîh girt.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.