Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyeyê (TUÎK) daneyên Endeksa Pêbawerî ya Aborîyê ya Gulana 2023an parve kir.
Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyeyê (TUÎK) daneyên Endeksa Pêbawerî ya Aborîyê ya Gulana 2023an parve kir.
Li gor daneyên TUÎKê di meha Nîsanê de endeksa pêbawerîya aborîyê 102,2 bû, di meha Gulanê de ji sedî 1,4 zêde bû û bû ji sedî 103,7.
Endeksa pêbawerîya serfkaran jî li gor meha borî di meha Gulanê de ji sedî 4 zêde bû û bû ji sedî 91.1.
Endeksa pêbawerîyê ya sektora pîşesazîya hilberînê derket 105,1ê, endeksa pêbawerîyê ya sektora xizmetê, ji sedî 0,6 daket û bû ji sedî 117,4, endeksa pêbawerîyê ya sektora bazirganîya piçûk jî, ji sedî 0,4 zêde bû û derket 116,7an, endeksa pêbawerîyê ya sektora înşaetê derket ji sedî 92,2an.