Li Herêma Kurdistana Federe biryara vekirina 2 zanîngehên teknîkî yên nû hatin girtin.
Li Herêma Kurdistana Federe biryara vekirina 2 zanîngehên teknîkî yên nû hatin girtin.
Li gor daxuyanîya Wezîrîya Lêkolînên Zanistî û Tehsîla Bilind a Herêma Kurdistana Federe, teklîfa ji bo vekirina Zanîngeha Polîteknîkî ya Germîyan û Zanîngeha Zanistên bi Praktîk a Akreyê hat erêkirin. Hat dîyarkirin ku her du zanîngehên dewletê dê di çarçoveya stratejîya Wezîrîya Lêkolînên Zanistî û Tehsîla Bilind a Kabîneya Hikûmeta 9’emîn de were vekirin û vîzyona derfetên tehsîlê di qada zanistên bi praktîk û teknîkê yên Herêma Kurdistanê de were zêdekirin. Piştê ku teklîf ji alîyê Lijneya Wezîrîyan ve were erêkirin dê amadehî ji bo vekirina zanîngehan werin destpêkirin.