Li gundê Anilê ku girêdayî navçeya Hênê ya Amedê ye di navbera 2 malbatan de ji ber rageşîya 20 salan berê pevçûn derket.
Li gundê Anilê ku girêdayî navçeya Hênê ya Amedê ye di navbera 2 malbatan de ji ber rageşîya 20 salan berê pevçûn derket.
Di pevçûnê de 8 kes birîndar bûn. Li gor îdîayan di navbera 2 malbatan de 20 sal berê bûyera ‘revandina keçikekê’ hebûye. Her du malbat ji ber vê meselê car din nîqaş kirin û pevçûn derket. Di pevçûnê de kêr bi kar anîn û 8 kes birîndar bûn. Jendirme ji bo pevçûn mezin nebe bergirîyên ewlehîyê girtin. Kesên birîndar ji bo dermankirinê bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên Amedê.