Li Bismilê ji ber barana gur perwerdehî rojekê hat rawestandin.
Piştê barana zêde ku li Navçeya Bismilê ya Amedê dest pê kir, li navenda navçeyê û gelek gundan lehî rabû.
Midûrîyeta Hifzissihha ya Navçeya Bismilê ragihand ku 20ê Mijdarê roja Duşemê perwerdehîya li sazîyên taybet û fermî yên li tevahîya navçeyê ji ber barana zêde ji bo rojekê rawestandîye.