Li Amedê siwareya ku ji kontrolê derket, li kêleka rê qelibî û di encamê de gelek kes birîndar bûn.
Li Amedê siwareya ku ji kontrolê derket, li kêleka rê qelibî û di encamê de gelek kes birîndar bûn.
Qeza danê nîvro li ser rêya Farqîn-Êlihê pêk hat. Li gor agahîyan di encama ku ajokar kontrola dîreksîyonê ji dest da siware li rexê qelibî.
Di qezayê de 6 kes birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyê. Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.