Li Amedê kesek ket firina nan û gulebaran kir û 2 kes birîndar bûn.
Bûyer duh êvarê di firineke ku li Bulvara Aydin Arslan a Taxa Baglarê ye pêk hat.
Hat îdîakirin ku kesekî navê wî nedîyar e, ketîye firinê û bi çeka xwe çepûrast gule teqandîye.
Di dema êrîşê de H.K. yê ku ji bo nan bikire li firinê bû û karkerê firinê N.T. jî bi guleyên ku li lingên wan ketin birîndar bûn. 2 kesên birîndar piştê midaxaleya ewil a ekîbên tenduristîyê, sewqê nexweşxaneyê hatin kirin.
Polêsan fîşekên vala yên li cîhê bûyerê dîtin ji bo lêkolînê birin qereqolê. Hat dîyarkirin ku rewşa tenduristîya H.K. û N.T. baş e. Polêsan ji bo girtina êrîşkar xebat da destpêkirin.