Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven di doza ku bi îdîaya “propagandaya rêxistina terorê kiriye” de hat darizandin cezayê hepse jê re hat birrîn.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven di doza ku bi îdîaya “propagandaya rêxistina terorê kiriye” de hat darizandin cezayê hepse jê re hat birrîn. Di rûniştina îro ya li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin de hat îdiakirin ku Guven di 4 axaftinên cuda de "propagandaya terorê" kiriye. Guven, bi sistema SEGBÎS'ê ji girtîgeha ku lê tê ragirtin beşdarê rûniştinê bû, û parastina xwe kir. Heyeta dadgehê piştê parastinan, biryara xwe eşkere kir û bi hinceta di 3 axaftinên cuda de "propagandaya terorê kiriye" 11 sal û 7 meh cezayê girtîgehê li Guvene birrî.